Gumanbarê îstîsmara zayendî: Min gûh da şeytan 2018-06-25 09:28:23   MÊRDÎN - Li Stewra Mêrdînê di 2017’an de mêrê ku zaroka 4 salî îstîsmara zayendî lê kir, sûcê xwe qebûl kir û diyar kir ku wî gûh daye şeytan.   Li Stewra Mêrdînê di 2017’an de kesê wê demê 17 salî bû zaroka 4 salî îstîsmara zayendî lê kir û piştî bûyer derket holê şûnde  ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zrokê’ doz lê hat vekirin û runiştina doza ku gumanbar girtî dihat darizandin di rojên borî de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin.Di runiştinê de cih dan îfadeya zaroka mexdur.   Hewl da xwe xilas bike   Malbata zaroka mexdur gumanbar gilî kirin û piştre jî gumanbar sûcê xwe qebûl kir. Gumanbar got: “Ez ji ber vê bûyerê poşmanim. Min carekê de gûh da şeytan.”   Bi zarokê re texrîbata fîzîkî derket holê   Di runiştinê de cih dan rapora ku ji aliyê Midûriyeta Şaxa Tipa Edlî ya Mêrdînê ve hatiye amadekirin. Di raporê de hat gotin ku bi zarokê re di encama îstîsmara zayendî de texrîbat derketine holê. Parêzerê gumanbar tahliyeya gumanbar xwest û hyeta dadgehê jî   runiştin taloqî dîrokek din kir.