Daneşîna doza Somayê hat kirin 2018-06-19 15:39:08   MANÎSA - Di doza Soma da, parêzeran li dijî mutaleya  dozger parastin kirin û gotin: “Ligel ku tespîtên mutaleyê di cih dene jî, beşa nirxandinê skandalek hiqûqiye.”   22’yemîn danişîna Doza Soma ya li navçeya Soma ya Manîsayê di 13’ê Gulana 2014 de, 301 karkeran di facîaya kana komirê de jiyan xwe ji dest dan, hat dîtin. Di dozê de 5 jê girtî 51 besûc tên darizandin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Giran a Akhîsarê hat dîtin, HDP, CHP, malbatên qûrbaniyan, gelek sazî û dezgehên civaka sivîl beşdarî danişînê bûn.     Mutala hat xwendin   Danişîn piştî tespîta nasnameyan dest pê kir û dozger destpêkê mutaleya dayî danişînê dubare kir. Di mutaleya berî vê danişînê hat dayîn de, ji bo xwediyê madenê Alp Gurkan, Can Gurkan û midûrê giştî Ramazan Dogru, endamên lijnaya rêveberiyê Akin Çelîk, Hayrî Kebapçilar, Mustafa Yigit û Îsmaîl Adalî bi sûcdariya “Bi zanebûn kuştin” û “Bi zanebûn birîndar kirin” her yek ji wan 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn.     Di heman demê de doz ger, xwestibû ku patron Alp Gurkan û endamê Lijneya rêveberiyê Mustafa bên girtin. Dîsan di mutalayê de hatibû xwestin ku biryara beraeta 33 bersûcan bê dayîn û ji bo  11 kesan jî 15 sal cezayê girtîgehê bê dayîn.    Parêzrê girtî daxwazname şand   Di danişînê de, dest pê kê daxwaznameya parastinê ya parêzerê girtî Selçuk Kozagaçli hat xwendin. Dûre parêzer Can Atalay parastin kir û bal kişand ser mutaleya dozger. Piştî parastina parêzeran dozger, diyar kir ku ew mutaleya xwe dûbare dike û xwest li gorî mutaleyê ceza bên dayîn. Dadgehê ji bo saetekê navber da danişînê.     Piştî saetek navberê danişînê dest pê kir û bersûc li dijî mutaleyê, parastinê dikin.