Rapora Tipa Edlî ya doza Feray Şahin: Ji mesafeya dûr bi derbê hatiye qetilkirin 2018-06-19 11:35:28   MÊRSÎN - Li Mezitliyê polîsê bi navê Fatih Burak A., Feray Şahin ji mesafeya dûr û bi derba çekê hatibû qetilkirin û ev yek bi Rapora Tipa Edlî hat teqezkirin.    Rapora Tipa Edlî ya ku derbarê qetilkirina Feray Şahin de dihat amadekirin temam bû. Li gor rapora tipa edlî Ferayeyê ji mesafeya dûr bi derba silehê ji aliyê polîsê bi navê Fatih Burak A. hatiye qetilkirin. Parêzerê Ferayê Sevim Kuçuk diyar kir ku iddiaya polis a "bi çekê henek dikir, bi xelitî xwe kuşt" vala hat derxistin.   Sevîmê diyar kir ku polîs dî îfadeya xwe ya yekem gotiye Ferayê bi xelîtî xwe kuştiye lê ew îfade vala hatiye derxistin çimkî Ferayêyê bi derba çekê ya ji mesafeya dûr ve hatiye qetilkirin.    'Bila cezayê herî giran bistîne'   Bavê Ferayêyê Bekir Şahin got:"Feraye keça malê ya tenê bû. Ez hêvî dikim dadgeh birayek di cî de bide û xwîna keça min li erdê nemîne. Bila ew wehşa cezayê herî giran bigire ku careke din jin neyên qetilkirin."