Bedîa ya bi çeka cerdevanan hat qetilkirin nehat parastin 2018-06-16 09:06:13   MÊRDÎN - Bedîa Çakar a li Omeriyê ji aliyê cerdevan Kazim Oskan ve hat qetilkirin, derket holê ku berê jî ji ber şîdet û tehdîtan serî li Serdozgeriya Komarê daye û gelek caran serlêdana sûc kiriye.   Li Omeriya Mêrdînê Bedîa Çakar a 24 salî ji aliyê Kazim Oskan ê 38 salî ve ku bi mehra olî pê re zewicîbû ve bi çeka cerdevaniyê hat qetikirin. Bûyer di 23’ê Îlona 2017’an de pêk hat di doza cemawerî ya hat vekirin de jî  Kazim Oskan parastina ‘bi şaşî çek destê min de teqiya’  kir û derket holê ku Bedîayê berê jî gelek caran serî li Serdozgeriya Komarê daye û gotiye ‘hevjînê min, gefan li min dixwe.’   Got ‘bi şaşî’ çêbû, 6 rojan fîrar bû   Gumanbar Kazim Oskan 6 rojan piştî bûyerê çû Midûriyeta Polîsan û teslîm bû.  Li gorî rapora ekîba lêkolînê ya li cihê bûyerê lêkolîn pêk anî, Bedîa li cihê bûyerê birîndar hatiye dîtin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye.    Bi mirinê tehdîd kiriye   Kazim Oskan hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê û di îdianameya hat amadekirin de hat gotin ku Bedîa Çakar berê jî çend caran çûye mala bavê xwe û çend caran jî li Serdozgeriya Komarê lêpirsîn hatiye destpêkirin û Bedîa ji aliyê Oskan ve çend caran rastî tehdîda mirinê hatiye. Doz wê di 9’ê Tîrmehê de bê dîtin.