Polîtîkaya AKP’ê ya jinan: Tundiya li dijî jinan zêdetir bû 2018-06-14 09:14:28   STENBOL - Parêzer Leyla Suren a ji Meclîsa Jinan a Stenbolê ye diyar ku di 16 sal desthilatdariya AKP’ê de daraz zêdetir bûye mêr û cesaret daye kujerên jinan û got: “Gotinên AKP’ê cesaretê dide mêran. Ji sedî 87’ê dozan pêkanîna daxistina ceza pêk hat.”   Di dema desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li hemberî jinan ji sedî hezar û 400 zêde bû, îstîsmara zarokan her diçe zêde dibe. Ji Meclîsên jinan a Stenbolê femînîst Parêzer Leyla Suren polîtîkayên AKP’ê yên li hemberî jinan vegot.   Leylayê diyar kir ku di sedsala 21’emîn de jin hîna ji bo mafê jiyan û perwerdeyê têdikoşin û wiha got: “Mafê jinan ên ji welîdînê jî nayên dayîn. Ev jî ji zîhniyeta serdest a mêr pêk tê.”   Leylayê daxuyakirin ku di 2018’an de nêzî 200 jinî hatine qetilkirin û  mêrên ji dozên şîdetê tên darizandin jî ji derfetên pêk tên fêdeyê digirin û ji wan re qad tê afirandin.   ‘Karê wan parastina jinan, pêkanîna qanûna ye’   Leylayê destnîşan kir ku cezayên li mêrê kujer hatine birîn jî hene lê ev qanûn bi awayekî bandor pêk nayê. Leylayê wiha got: “Wekî mînak, jin dixwazin biryara parastinê bidin girtin lê ev gelek zehmet bûye.  Bi taybet hêzên ewlehiyê dibêjin ‘karê me bûye jin’.  Belê karê we parastina jina ye û pêkanîna qanûna ye.”   Leylayê daxuyakirin ku AKP’ê bi hepskirina jinê pirsgirêk mezintir kirine û bi pergala 4+4+4 jin  ji jiyana kar dûr xistin, di temenê biçûk de pêşî li zewaca wan vekir û mafên wan tune hesiband.   Leylayê di dawiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “ Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî bi Wezareta Xebatê re dikin yek. Em li hember vê matmayî neman lê em nikarin vê qebûl bikin. Hûn bi vî awayî nikarin ne jin û ne jî zarokan bidin jiyîn.”