Nûrşan Demir dê di cejnê de nikaribe zarokên xwe bibîne 2018-06-13 17:08:16   MÊRDÎN - Nûrşan Demîr di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de ji ber ku mala xwe terk nekir hatibû binçavkirin. Bêyî ku sedemek hebe hevdîtina Nûrşanê ya bi zarokê wê re hat qedexekirin.    Nûrşan Demîr di serdema qedexeya derketina derve ya Nisêbînê de ji ber ku mala xwe terk nekir hatibû binçavkirin. Bêyî ku sedemek hebe hevdîtina Nûrşanê ya bi zarokê wê re hat qedexekirin. Nûrşanê herî dawî sirgunî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê hatibû kirin. Nûrşana ku 5 zarokên wê hene tevî ku di dosyayên wê de delîl tuneye jî ev 2 sal in tê girtin.    Nûrcanê ji ber surgunan tenê carekê derketiye hevdîtina vekirî. Xizmên Nûrşanê anîn ziman ku ew ji ber pêkanînên girtîgehê yê kêfî zarokên xwe di cejnê de nabîne.