Doza rojnameger Şukran û Mizgîn hatin tarloqkirin 2018-06-08 15:39:46   WAN - Belavkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayînê wê hat kirin Şukran Erdem û Mizgîn Fendîk ji ber doza li wan hatibû vekirin, derketin pêşberî dadgehê.   Yekem danişîna belavkarên Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ya qeyûm tayînê wê hat kirin Şukran Erdem û Mîzgîn Fendîk di Dadgeha Cezayê Giran a 4’emîn a Wanê hat dîtin. Erdem û Fendîk bi sûcdariya “Ligel ku ne endamê rêxistinê ne jî, bi zanebûn alîkarî didin rêxistinê” tên darizandin. Şukran, Mizgîn, parêzer û malbatên wan di danişînê de amade bûn.     Piştî danasîna nasnameyê Mizgîn parastin kir, sûcdariyên li ser xwe red kir û daxwaza beraeta xwe kir. Piştî Mizgîn, Şukranê jî, parastin kir û got: “Ez belavakiriya rojnamê dikim. Ez hemû sûcên li ser xwe qebûl nakin û bê bingehin.”    Dûre parêzer Harun Gur parastina rojnamegeran kir û beraeta muwekîlên xwe xwest.  Şandeya Dadgehê piştî parastinan, xwest flaş belleka li ser Şukran Erdem hat desteserkirin bê lêkolînkirin û danişîn taloqî 3’yê Cotmehê kir.