Mêrê ku zarok îstîsmar kirin bi 168 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin 2018-06-06 12:57:59   EDÎRNE - Mêrê bi navê T.G. ku li sê zarokan îstîsmara zayendî kir ku girtî dihat darizandin  bi 168 û 9 meh cezayê girtîgehê hat cezakirin. Li Edîrneyê di rojên borî de mêrê bi navê T.G. ji ber ku 3 zarok bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibûn daneşîna biryarê ya Doza wî li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edîrneyê hat dîtin.     Heyeta Dadgehê ji T.G. yê ku zarok îstîsmar kirin re ji sûcê "li keçên xwe îstîsmara zayendî kiriye"  ji bo her zarokekê 56 sal û 3 meh bi giştî 168 sal û 9 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn.