Kesê ku li dijî zarokekê îstîsmara zayendî pêk anî hat tehliyekirin! 2018-06-06 09:07:06   MÊRDÎN -Li Nisêbînê  mêrê bi navê Ferhat K. zarokek ji ber dibistanê girtibû, îstîsmara zayendî lê kir û piştre jî ew tehdît kiribû.  Fehat K. ji doza ku girtî jê dihat darizandin hat tahliyekirin.    Li Nisêbîn a Mêrdînê di meha çileyê de mêrê bi navê Ferhat K. zarokek îstîsmar kir û şîdet lê kir. Piştî bûyer derket holê şûnde di çarçoveya lêpirsînê de Ferhat K hat girtin û di runiştina yekem de hat berdan.   Desteserkirin, tehdîd, şîdet û îstîsmar   Mêrê bi sûcdariya ‘kes ji azadiya wê bêpar hiştiye’,  ‘îstîsmara zayendî ya li hember zarok’ û ‘heqeret’ hat girtin piştre hat berdan. Di îdianameya der barê wî de hat amadekirin de derket holê ku du mehan zarok di telefonê de rastî şîdeta psîkolojîk hatiye.   Hat diyar kirin ku Ferhat K. yê zarok bi zorê li cem xwe girtiye bi wêneyên ku kişandiye zarok tehdîd kiriye û ji navçeyê dur xistiye  û îstîsmar kiriye.   'Zarokê di bin zextê de îfade guhert'   Piştî bûyerê şûnde  derket holê ku zarokê ji Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê rapor der barê şîdetê de girtiye. Gumanbar di runiştina li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin de sûcdarî înkar kir.   Zaroka mexdur giliyê xwe şûnde kişand û kesê dizane jî diyar kir ku zarokê di bin zextê de îfade guhertiye. Piştî parastinan heyeta dadgehê îstîsmar, şîdet ji nedîtîve dît û biryara tahliyeyê da. Runiştin taloqî 17’ê Tîrmehê hat kirin.