11 kesên ku ji ber êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin hatin girtin tehliye bûn 2018-05-22 15:08:48   STENBOL – 11 kesên ku ji ber êrîşên li ser Efrînê yê ji aliyê TSK’ê ve hatin kirin şermezar kirin ku hatibûn girtin piştî ku derxistin dadgehê serbest hatin berdan.   Hêza çekdar a Tirkiyeyê (TSK) û komên girêdayî wê di 20 Çileyê de li dijî Efrînê êrîş dabûn destpêkirin. 13 kesên ku xwestin tevli daxuyaniya şermezarkirna êrîşan bibin li Stenbolê hatinbûn binçavkirin. Ji van 13 kesan 11 jê hatin girtin û şandibûn girtîgehê.  13 kesên ku bi  îdaya “Endamên rêxstinê ne” doz li wan hat vekirin 11 jê girtî û 1 jî ji derve de dihat  darizandin daneşîna doza wan ya yekem li 23’emîn Dadgeha Cezayê Giran hat dîtin. Piştî parastina  bersûc û parêzerên wan heyeta dadgehê biryara xwe aşkera kir hemû bersûc  tahliye kirin û doz taloqî 3’yê mijdarê kir.