Derbarê îşkenceya zayendî de parêzerên Pinar Aydinlar serîlêdana sûc kirin 2018-05-19 12:23:05   STENBOL - Parêzerên Hunermend Pinar Aydinlar a ku li Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê îşkenceya zayendî lê hat kirin, li Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê serîlêdana sûc kirin.    Hefteya borî ji ber cezayê ku hatibû teqezkirin hunermend Pinar Aydinlar hatibû girtin û biribûn Girtîgeha Girtî ya Jinê ya Bakirkoyê. Di roja yekem a girtîgehê de gardiyanan îşkenceya zayendî li Pinar Aydinlar kiribûn. Parêzerên Pinarê li Dozgeriya Komarê ya Bakirkoyê serîlêdana sûc kirin.    Di dîlekçeya serîlêdana sûc de hat diyarkirin ku îşkenceya zayendî û tehdîda gotinê li Pinarê hatine kirin.