Li gorî dozger zewaca zarokan 'qanûnî ye' 2018-05-18 17:26:41   NAVENDA NÛÇEYAN - Di doza ku derbarê mêrê zaroka ber avêt de hat vekirin  dozger diyar kir ku li Sûriyeyê zewaca di temenê zarokatiyê de qanûnî ye û heyeta dadgehê bersûc bereat kir.   Li Stenbolê zaroka bi navê Î.A. ku berî bi du salan dema ku 15 salî bû ji ber ku ber avêtibû hatibû nexweşxaneyê.  Bijîjkên ku dermankriina Î.A. kîrîn ji ber ku temenê wê di bin 18 salan re bû bûyer ji polîsan re ragihandin. Piştre derbarê mêrê bi navê W.A. (24) ku dema li Sûriyeyê bû bi Î.A. re zewicîbû de doz hat vekriin. Doza ku li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stebolê Hat dîtin duh bi encam bû.     Di Daneşînê de Î.A. diyar kir ku ew îfadeya xwe yê derbarê W.A. de paşve dikişîne û jê ne dozdar e.    Dozger jî diyar kir ku bersûc ji Sûriyeyê ne û li Sûriyeyê zewicandina zarokan qanûnî ye û divê ku bersûc bên beraet kirin.   Heyeta dadgehê jî li gorî daxwaza dozger biryar da û bersûc tehliye kirin.