Dadgehê bi hinceta "rewşa baş" cezayê êrîşkar kêm kir 2018-05-18 13:36:13   AMED - Di doza biryarê ya M.S. yê ku li dijî zarokê êrîşa zayendî pêk anî  bi hinceta "rewşa baş" a êrîşkar cezayê M.S. ji 33 salan daxist 28 sal, mehek û nivê.   Li Amedê daneşîna biryarê ya doza mêrê bi navê M.S. ku li dijî zaroka 9 salî êrîşa zayenîd pêk anî li Dadgeha 3'emîn a Cezayê Giran a Amedê hat dîtin.     Di dozê de dozger diyar kir ku bersûc sûcê îstîsmara zayendî kiriye û diyar kir ku ev êrî bi ropara doktorê ku zarok muayene kiriye jî hatiye tespîtkirin.  Lê Parêzerê M.S. yê êrîşkar beraeta M.S. xwest.   Piştî navberê heyeta dadgehê ku carekedin kom bû biyrayar xwe aşkera kir û li M.S. yê êrîşkar 33 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.  Dadgehê piştre jî bi hinceta "rewşa baş" a êrîşkar cezayê M.S. daxist 28 sal, mehek û nîvê.