Rûniştina leşkerên ku Surmi Înce qetil kir hat taloqkirin 2018-05-15 13:08:06   COLEMÊRG - Doza Surmi Încî ku li Geverê ji aliyê leşkeran ve hatibû qetilkirin tarloqî 29'ê Gulanê hat kirin.    Di 18'ê Tîrmeha 2016'an de li bajorêkê Buyukçiflikê yê navçeya Gevera Colemêrgê dema ku Surmi Înce (55) xwarin dibir ji zarokên xwe yên ku gîha dida hev, ji aliyê leşkerê bi navê Ali Dagkiran ve hatibû qetilkirin.  5'emîn rûniştina doza ku derbarê Ali de hatibû vekirin li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Hevserê Surmiyê Hasan Înce, kurê wê Bunyamîn Înce û parêzerê bersûc beşdarî dozê bûn. Ali Dagkiran û leşkerên din ên ku wekî bersûc tên darizandin beşdarî rûniştinê nebûn û rûniştin bi tespîta nasnameyê dest pê kir.    Parêzerên ku di rûniştinê de mafê axaftinê girtin anîn ziman ku di dê di dadgehê de biryarek adîl dernekeve û daxwaza reddi hakim kirin. Parêzeran anîn ziman ku darizandin bi gotina "Leşker û polîs sîvîlan nakujin" tê kirin.    Piştî parastina parêzeran heyeta dadgehê rûniştin tarloqî 29'ê Gulanê kir.