Ji Dayika Aştiyê ya ku îşkenceya zayendî lê hat kirin doz hat vekirin 2018-05-12 12:09:03   AMED - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Nezahat Teke di sala 2016'an de li Qereqola Sêrtê hat binçavkirin û îşkenceya zayendî lê hat kirin. Ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Amedê ve bi hinceta 'Sûc kiriye' doz lê hat vekirin.    Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amedê Rabia Kiran û Nezahat Teke di 7'ê Tebaxa 2016'an de çûn serdana Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Sêrtê. Di vegerê de wesayeta wan ji aliyê polîsan ve bi hinceta ihbarê hat sekinandin. Polîsên jin dayikên aştiyê birin qereqola seyar û lêgerîna tazî li ser wan ferz kir. Dayika Aştiyê Nezahat serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê da û  got:"Hemû kincên me derxistin. Gelek caran me dan rûniştandin û rakirin ser piyan. Dema em rûdiniştin bi çavên ku mirov tacîz bike li me dinihêrtin. Nehiştin em xwe îfade bikin û dema ku me av xwest li ser rûyê me qêriyan. Çenteyên me belav kirin û dema ku cuzdanê min dan min 200 TL yê min kêm bû. Bi helwestek ku rûmeta me bişkînin nêzî me bûn. Bi lêgerîna tazî rûmeta me şikandin. Dema ku lêgerîn qediya kincên me dan me û em vegeriyan."   Dozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Dayika Aştiyê Nezahat de ji ber ku serî li ÎHD'ê da bi hinceta 'Sûc kiriye' doz vekir.