Daneşîna doza Figen Yuksekdag hat taloqkirin 2018-05-10 15:16:26   STENBOL - Doza ku derbarê Hevseroka HDP'ê  ya berê Fîgen yuksekdag de bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kiriye" hatibû vekirin daneşîna wê taloqî 4'ê mijdarê hat kirin.   Danîşîna doza “Heqaret li Serokkomar kir” a Hevseroka berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  Fîgen Yuksekdan, hat dîtin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Eslî ya 2’yemîn a Stenbolê hat dîtin û Fîgen nexwest bi SEGBÎS’ê tevli danişînê bibe. Parêzerên Fîgenê tevli danşînê bûn û parastin kirin.    Şandeya dadgehê, xwest kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin û doz taloqî 4’ê Cotmaha 2018’an kir.