'Divê bersûcê îstîsmara zayendî demildest bê cezakirin' 2018-05-09 17:34:44     WAN - Di doza îstîsmara zayendî ku Tekîn Gulaçti ji ber 2 jê zarok 3 kesên ku astengdar bûn îstîsmar kirin dihat darizandin de, xwişa zarokan E.A. wekî şahid hat guhdarîkirin: E.A. wiha got: "Xwişkên min nikarin tiştekî wiha giran ji ber xwe ve bibêjin û divê ku bersûc demildest bê cezakirin."   Li gundekî Payizava yê Wanê di 15'ê kanûna 2016'an de cerdevanê bi anvê Tekîn Gulaçti 2 jê zarok 3 xwişkên hev ên astengdar bi îstîsmara zayendî re rûbirû hiştibûn û derbarê cerdevan Tekîn de doz hatibû vekirin .Doza ku Tekîn Gulaçti jê girtî tê darizandin daneşîna wê ya 7'emîn li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Bersûc Tekîn Gulaçti, nûnerên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî ku berê jî tevli dozê bibûn, parêzerên Baroya Wanê û ji aktîvîstên Komeleya Jinan a Wanê (VAKAD) jî Songul Ozinver tevli dozê bûn.   'Xwişkên min nikarin vî sûcê giran ji ber xwe ve bibêjin'   Xuşka zarokan  E.A. di daneşînê de axivî û wiha got: "Cerdevan berê zêde dihat mala me û diçû. Piştî ku bûyer qewimî û pêve em gelek mexdûr bûn. Xwişkên min derewa nakin û dema ku ji min re jî bûyer vegotin gelek tengav bûn. Di serî de ez bi gûman bibûm ji ber ku xwişka min a biçûk her diket odeyekê tenê û derî li ser xwe digirt. Xwişka min nema bi kesekî re diaxivî.  Xwişkên min tişta jiyan di serî de ji min re ve gotin û derewan nakin. Belê dibe ku astengdar bin lê nikarin tiştekî wiha ji ber xwe ve bibêjin. Em heta dwiyê şopdarên vê dozê ne divê ku bersûc bi cezayê herî giran bê cezakirin."   'Bila sond bixwe em ê bawer bikin'   Bersûc Tekîn Gulaçti jî di parastina xwe de ji bo xwişa mexdûran E.A. wiha got: "Bila li ser ciwaniya xwe sond bixwe. Em ê pê bawer bin û derewan li min dikin."   Parêzerê baroyê  Erhan Bedîrhanoglu jî parastin kir û xwest ku êdî doz bi encma bibe.  Erhan got ku sûcê îstîsmara zayendî hatiye kirin.    Heyeta dadgehê jî ji bo ku rapor dîsa bên kontirolkirin doz taloqî 1'ê Tîrmehê kir.