Mewlûde ya astengdar nayê tahliyekirin 2018-05-08 12:58:05   ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Mewlude Başdaş ku li Girtîgeha Şakranê ya Jinan girtî ye û li gel ku ji sedî 86 astengdar e nayê tahliyekirin.   Dayika Aştiyê Mewlude Baştaş (60) ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê girtî û ji sedî 86 astengdar e rewşa wê roj bi roj xirabtir dibe. Lawê Mewludê Metîn Başdaş ku çû hevdîtina dayika xwe diyar kir ku dayika wî êdî nema dikare bimeşe.  Metîn anî ziman ku dayika wî bi alîkariya girtiyan hatiye hevdîtinê û xwest ku dayika wî bê berdan.    Metîn ê ku got dayika wî nexweşa dil, tansiyon  û gelek nexweşiyên dinê di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Rapora dayikamin a ku ji nexweşxaneya Gazî Yaşargîl a Amedê ya Dewletê girtiye ku tê gotin ji sedî 86 astengdar e heye. Ev rewşeke mirovî ye.  Ne ku ji ber dayika min e ez vê dibêjim. Li ser navê dayika xwe min serî li Serdozgeriya Îzmîrê, Rêveberiya Girtîgehan û gelek saziyên din ên têkildar da.  Piştî serlêdanên ku min kirin dayika min birin Saziya Tipa Edlî.  Saziya Tipa Edlî di 8 mehan de rapor amade kir yanî amadekirina raporê heta 20'ê Adarê berdewam kir. Heman saziyê derbarê dayika min de rapora ku dikare di girtîgehê de bimîne da.  Rewşa dayika min li ortê ye. Em ewqas elqedar bûn lê me tiştek bi dest nexist.  Gelo niyeta wan dayîna cenazeyê dayika min e."