Daneşîna doza mêrê ku Şehrîban Dînç qetil kir hat dîtin 2018-05-07 14:06:24   WAN - Daneşîna  Esat Dînç ê ku Şehrîban Dînç a pê re zewicandî bû qetil kir hat dîtin.   Daneşîna doza Esat Dînç ê ku li navçeya Wanê ya Rêya Armûşê di 24'ê Kanûna 2016'an de Şehrîban Dînç a pê re zewicandî bû kuşt  li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê hat dîtin. Bersûc Esat Dînç û malbata Şehrîban Dînç û parêzerên wan amade jî di daneşînê de amade bûn.   Esat ê ku parastina xwe dubare kir û îda kir ku ew bê sûc e. Dozgeriyê derbarê dosyaya lêpirsîna kesên ji malbatê ku Esat ji bo kuştina Şehrîbanê sor kirine hatibû destpêkirin de ya derbarê Çîgdem Yildiz Dînç, Kîbar Dînç, Cabbar Dînç, Muhitîn Dînç û Mehmet Selîm Dînç de jî biryar da ku dosya bên yekirin.   Daneşîn taloqî 25'ê Gulanê hat kirin.