Hem îşkence li zarok kir hem jî cezayê wî daxistin! 2018-05-07 09:06:41   Safiye Alagaş   AMED - Abdurrahman T. yê li Farqînê îstîsmara zayendî ya sîstematîk li zarok kir, ji bo ducaniya zarokê bi dawî bike jî derman dabûyê û bi nasnameyek cuda kurtaj kiribû.  Abdurrahman T. ku zarok revand û tehdîd lê kir ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya sîstematîk’  ji aliyê dadgehê ve 20 sal ceza girt lê dadgehê ‘bandora li ser bersûc li ber çavan girt’ û ceza daxist 16 sal û 8 mehan.   Li Farqîn a Amedê di 2016’an de Abdurrahman T yê 38 salî  zaroka  ku xizma wî bû îstîsmara zayendî lê kir.  Zarok di encama îstîsmarê de ducanî ma û Abdurrahman T ji bo ducaniyê bi dawî bike derman da zarokê. Piştî dît ku ducanî berdewam dike, bi nasnameyek cuda li nexweşxaneyekê kurtaj kir.   Bi zorê desteser kir   Piştî malbat hîn bû, Abdurrahman T di 4’ê Sibata 2016’an de zarok revand û bir mala xizmekî xwe ya li Farqînê.  Malbatê gilî kir û 4 roj şûnde polîs mala ku lê diman tespît kir.  Abdurrahman T. li dozgeriyê îfade da û îdia kir ku ‘ew û zarok ji hev hez dikin’ û got wî 4 mehan ji zarokê re diyarî girtiye û bi vê re jî sûcê xwe îtîraf kir.  Abdurrahman îdia kir ku agahiya wî ji ducaniyê tuneye û piştî îfadeyê hat girtin.   Zarokê jî di îfadeya xwe ya ewil ya li Serdozgeriya Komarê ya Amedê de got kesekî din ew îstîsmar kiriye û vî kesî nas nake. Piştî îfadeyê zarok ji aliyê Midûriyeta Polîtîkayên Civakî û Malbatî ve hat parastin.   Di îdianameya ji aliyê serdozgeriya komarê ve hatiye amadekirin  jî ji aliyê 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin. Di runiştina yekem de bi talîmata dadgehê îfadeya zarokê hat girtin. Zarokê di îfadeya xwe ya duyem de tiştên hatibû serê wê vegot û got ji ber tehîdên Abdurrahman T. rastî venegotiye.   Dadgehê ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya sîstematîk’  ji aliyê dadgehê ve 20 sal ceza girt lê dadgehê ‘bandora wê ya li ser gumanbar li ber çavan girt’ û ceza daxist 16 sal û 8 mehan.   Derbarê Abdurrahman T de biryara girtinê hat dayîn û zarok jî teslîmî malbatê hat kirin.