10 meh cezayê girtîgehê li Pinar Aydinlar hat birîn 2018-05-05 09:08:21   DÊRSIM - Li Hunermenda Pinar Aydinlar ji bo 5 sal berê li Dêrsimê di konserê de derbarê Îbrahim Kaypakkaya de axivîye doz hatibû vekirin. Di dozê de dadgehê 10 meh ceza li hunermend Pinar Aydinlar birî.    Li Hunermend Pinar Aydinlar ji bo 5 sal berê li Dêrsimê di konserê de derbarê avakarê Partiya Komunist a Tirkiyeyê/Leninist Îbrahim Kaypakkaya de axivîye doz hatibû vekirin. Bi îdiaya "Pesindayina sûc û sûcdar" rûniştina biryarê ya doza ku hatibû vekirin li 2'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Dêrsimê hat dîtin. Pinarê beşdarî rûniştinê nebû. Di rûniştinê de parêzerên Pinarê Murat Arksak û Umit Sisligun amade bûn. Di dozê de dadgehê 10 meh ceza li hunermend Pinar Aydinlar birî.    Piştî parastina parêzeran makama iddiayê mutaalaya xwe ya ku di rûniştina berê de dabû dîsa xwest.    Heyeta Dadgehê daxuyanî da û bi iddiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" salek cezayê girtîgehê da Pinarê. Heyeta Dadgehê wekî hincet "daxistina halê baş" nîşan da û ceza daxist 10 mehan.   Ji ber biryara dadgehê mafê Pinarê yê bijartin û hibijîrînê ji destên wê hat girtin.