‘Sererastkirina nafakayê mudaxaleya biryara destberdanê ye’ 2018-05-05 09:06:55   AMED - Parêzer Elîf Tîrenç Îpek Ulaş  diyar kir ku sererastkirina nafakayê mudaxaleya li hemberî pêvajoya destberdana jinê ye û got ev mudaxaleyek cidî ya hikûmetê ya li hemberî jiyan, hişmendî û biryara jinê ye.   Di encama muzakereya navbera TBMM û wezareta Dadê de sererastkirinek derbarê rakirina nafakaya bêdem, de hat rojevê.  Wezareta Malbat û Civakî  nirxandina ‘Hevjînê dest jê tê berdan divê tu car wek SGK’ê neyê dîtin’ kir û rêxistinên jinan jî berteka ‘Ev sererastkirin jinan mahkumê zewacê dike, em vê ferzkirinê qebûl nakin’ nîşan dan. Parêzera Baroya Amedê Elîf Tîrenç Îpek Ulaş derbarê sererastkirinê de axivî.   Elîfê got komek mêrên ku dest berdane û heta bijîn nafakayê didin li ser çapemeniya civakî ev anîne ziman û sererastkirin li ser vê ketiye rojevê û got: “Daxwaznameyek şandine TBMM’ê û zext ava kirine. Li ser vê Meclîs dibêje me gilîkirin girtine û me bi wezareta dadê re hevdîtin kiriye. Li ser vê pêvajo dest pê dike. Wezaret li aliyekî sererastkirinên qanûnî aşkera dike û li aliyê din jî zîhniyeta xwe derdixe holê.   Elîfê destnîşan kir ku di sererastkirinê de tenê îfadeya ‘bêdem’ tê rakirin û weke ku bi vê re wê şertên giran bên danîn tên nîşandan lê ji xwe ev şert û merc di qanûna heyî de hene. Elîfê di berdewamiya axaftina xwe de bertek nîşanî pêkanînan da û got ji girtina mafê qanûnê bigire heta jiyana rojane ya jinan rastî mudaxala zîhniyeta hikûmeta heyî tê û got ev bi pratîkek wisa re rû bi rû ne.   ‘Mudaxaleya li hember jiyana jinê ye’   Elîfê bi lêv kir ku mijara nafakayê yek ji bandorên herî girîng ya dema biryara destberdanê tê girtinê ye û got jin tenê ji bo ku nafakayê nagirin dest ji destberdanê ber didin û got:“Sererastkirina nafakayê mudaxaleya li hemberî pêvajoya destberdana jinê ye. Ev mudaxaleyek cidî ya hikûmetê ya li hemberî jiyan, hişmendî û biryara jinê ye.”