Li Emîneya ku mafê xweparastinê bi kar anî 20 sal ceza hat birîn 2018-05-04 16:27:10       EDENE - Emîne Sayar a ku li Edeneyê li dijî mêrê ku şîdet lê dikir mafê xweparastinê bi kar anî 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin.    Emîne Sayar a ku li Edeneyê li dijî mêrê ku şîdet lê dikir mafê xweparastinê bi kar anî 20 sal cezayê girtîgehê hat xwestin. Rûniştina biryarê ya derbarê Emîne Sayara ku li dijî Ayhan Akdemir mafê xweparastinê bi kar anî, vebûbû îro hat dîtin. Emîneyê tiştên ku di rûniştinê de hat jiyîn rave kir.    Emîneyê anî ziman ku ji ber nafakayê bi Ayhanê ku dev jê berdabû nîqaş kir. Piştre Ayhan şîdet lê kir. Emîneyê da zanîn ku wê xwestiye ku xwe li dijî Ayha biparêze.   Heyeta dadgehê jî ji ber sûcê "Kuştina bi zaneyî" cezayê muebbetê dabû Emîneyê. Piştre ji ber "Çalakî di asta teşebbusê de maye" ceza daxist 20 salan.