Sara Kaya tevî îdianameya ku vala hat derxistin nayê tahliyekirin 2018-05-04 09:08:18   MÊRDÎN - Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya di meha Gulanê de dê 5’emîn rûniştina wê ya ku  bi ‘muebeta giran’ tê darizandin, pêk were. Sara tevî îdianameya ku vala hatiye derxistin  jî hîna nayê tahliyekirin.   5’emîn rûniştina doza hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya ku di 13’ê Çileyê de li Nisêbînê di serdegirtina malan de hat binçavkirin û 14 roj şûnde hat girtin,  di 11’ê Gulanê de tê dîtin.  Sara ya li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê tê darizandin, bi îdiaya ‘yekîtiya dewletê xera kiriye’ bi cezayê ‘muebeta giran’  tê darizandin.   ‘Şahidan îfade şûnde kişand’   Saraya ku ev salek û nîve girtiye, di rûniştina dawî de bi SEGBÎS’ê tevlî bû. Di dosyayê de bi giştî îfadeyên 9 şahidên veşarî û vekirî heye û tenê şahidekê îfadeya xwe parast. Derbarê Sarayê de 9 meh şûnde îdianame hat amadekirin û di îdinameyê de ji ber hevdîtinên telefon û îfadeyên şahidên veşarî tê darizandin. Tevî ku şahidan îfade şûnde kişandine û îdianame vala derxistine jî nayê tahliyekirin.   Şahid Sîraç Yuksek bi SEGBÎS’ê îfadeya wî hat girtin û gotibû: “Îfadeya min a emniyetê ne rast e.  Ev îfade ne aydê min e. Îfadeyên ku polîsan nivîsandiye.”    Şahid Ahmet Altay jî got: “Îfadeyên min li emniyetê dane ne rast in.  Ez di bin îşkenceyên giran de derbas bûm. Ji ber vê tiştek nayê bîra min. Ez kesek bi navê Sara Kaya nas nakim.”    Şahid Zehra Kaya û Jiyan Ay jî bi heman sedeman îfade şûnde kişandin.   Bahattîn Îlham kî ye?   Ji şahidan Bahattîn Îlhan tenê ku di vê pêvajoyê de derbarê 235 kesî de îfade da, îfadeyên xwe şûnde nekişand. Bahattîn Îlhan ku derbarê qedexeyên derketina derve de yên derbarê Sara Kaya de îfade dabû û ev îfade ji aliyê heyeta dadgehê ve wek delîl tê qebûlkirin. Li gorî îdiayan kesê di dema qedexeyan de di navbera xendekan de bûye, niha cerdevan e.   Parêzer: Dadgeh delîlan nabîne   Di rûniştina yekem de du şahidên ku got îtîraf kirin di bin îşkenceyê û zorê de îfade dane niha kes xwe nagihînê. Di çarçoveya îdianameya ku tenê bi îfadeyan tê ferzkirin de Sara tê darizandin. Parêzerê Sarayê diyar kir ku piştî îfade hatine kişandin şûnde dadgehê ji bo sûc delîl nedîtiye û got ev biryarek siyasî ye, darizandin di astek adîlane de nayê kirin.