Ji bo Leyla guven îdianameyeke din 2018-04-26 13:45:26   AMED - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ji ber li dijî operasyona li ser Efrinê daxuyanî da û hat girtin û heta 31,5 salan ceza jê tê xwestin, dozek din li wê hat vekirin.    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku ji ber li dijî operasyona li ser Efrinê daxuyanî da û di 31'ê Çile de hat girtin û heta 31,5 salan ceza jê tê xwestin, têkildarî çalakiyên di navbera salên 2017-2018'an de bi îdîaya “endamtiya rêxistinê" ji 7,5 salan heta 15 salan doz hat vkirin. Dozger piştî îdîaname amedekir, ji aliyê 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.    Herwiha heman dadgehê dîsa der barê Leyla de bi îdîayên cuda dozek ku ji 17,5 salan heta 31,5 salan ceza dixwaze doz vekirbû. Heyetê biryar daku dosyayên dozên cuda bike yek. Danişîna dozê ya yekemîn dê di 15'ê Gulanê de li 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin.