Polisê bersûc komkujî wiha parast:Fermana tê dayîn em bi cih tînin 2018-04-26 13:37:07   COLEMÊRG - Daneşîna doza Polîsên  ku li Geverê bi ser mala Necmettîn Fenîdîk de girtin û Necmetîn qetil kirin hat dîtin. Ji polîsên hêza tayebt A.F.K., yê ku ji dozê tê darizandin parastin kir wiha got: "Li hundir bombe yan jî çek çi dibe ne  girîng e. Em dikevin hundir û em peywira xwe bi cih tînin.   Li taxa Gungor a Gevera Colemêrgê bi ser mala Necmettîn Fendîk de hatibû girtin û Necmetîn hatibû qetilirin, daneşîna 2'emîn a doza ku berbarê bûyerê de hat vekirin li Dadgeha Cezayê Eslî a li  Geverê hat dîtin. Plîsê ku di serdegitinê de peywirdar bû yê hêza taybet A.F.K.,  piştî bûyerê cihê wî ji ber ku hat gurhertin bi rêya SEGBÎS'ê tevli daneşînê bû.    A.F.K, yê ku parastina xwe kir wuha got: "Ji bo ku tuştek neyê ser hevlên min min xwe bi derî ve zeliqand. Dema ku ez ketim min dît ku di destê kesê hat kuşitn de çek heye û çekamin jî li erdê ket û teqiya. Piştî ku çekam min teqiya kesê li hundir hat kuştin. Mudaxeleya yekem me kir û piştre li nexweşxaneyê jiyana xwe ji det da. Nêzî 30 hevalên min şehîd bûne. Li hundir bombe dibe çek dibe ne  girîng e. Dema em dikevin hundir em rê ku ji me re tê dayîn em bi cih tînin."   Piştî îfadeya polîsê bersûc dadgeha nobedar ku biryara xwe ya navberê aşkera kir ji bo daneşîna bê ku hevjînê Necmetîn Fendîk Kudret Fendîk û keyayê taxê Arîf Baykal bê guhdarkirin daneşîn taloqî 28'ê hezîranê hat kirin.