‘Guherînên di pêşnûmeyê de ne ji bo çareseriyê ye’ 2018-04-26 09:04:29   AMED - Endama Navenda Mafê Zarokan a Amedê Asye Demîr, diyar kir ku pêşnûmeya qanûna îstîsmara zayendî ya AKP’ê pêşkêşî Meclîsê kiriye çareseriyê esas nagire û got di pêşnûmeyê de zarok nayên fikirîn.    Endama Navenda Mafê Zarokan a Baroya Amedê Asye Demîr xesandina kîmyewî û guherînên di pêşnûmeyê de hatiye kirin nirxand. Asyeyê diyar kir ku xesandina kîmyewî sê meh beriya tahliyekirina sûcdar tê kirin û ev heta 5 salan didome û got: “Ev pêkanîna ceza piştî 5 salan şûnde bandora xwe winda dike. Sererastkirin li gorî daxwaza sûcdar û rapora heyeta pispor pêk tê. Bêyî îfadeya gumanbar hekîm dikare mudaxale bike. Dema ev li ber çavan bê girtin, xuya ye ku xesandina kîmyewî ne çareserî ye.”    ‘Cezayên pere pêşî li îstîsmarê nagire’   Asyeyê di berdewamiyê de destnîşan kir ku guherînek din a girîng ev e ku zêdekirina cezayê pere yê di nokteya ku fuhuşê li ser zarokan ferz dike ye û got li şûna pere divê gumanbar bi cezayên giran bên cezakirin. Asyeyê diyar kir ku cezayê pere pêşî li îstîsmarê nagire.    Asyeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di vê sererastkirinê de zarok nehatine fikirîn û her wiha balkişand ser qedexeya çapemeniyê ya di pêşnûmeyê de û got ev xesasiyeta raya giştî kêm dike.