Ji bo Sadiye Suer 25 sal ceza hat xwestin 2018-04-25 15:43:12   AMED - Hevşaredara Pasura Amedê Sadiye Sure Baran a ku girtî tê darizandin  di daneşîna 5'emîn a doza wê ya ku aht dîtin heta 25 salan cezayê girtîgehê aht xwestin.   Hevşaredara Pasûra Amedê ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP)  Sadiye Suer Baran a ku qeyûm li Şûna wê hat tayînkirin û ku bi hinceta "Endama rêxistinê ye" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" girtî tê darizandin di daneşîna 5'emîn a dozawê ku li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de bi îdiaya "Endama rêxistinê" û "Propagandaya rêxistinê kiriye" ji 8 slan heta 20 salî ceza hat xwestin.   'Ewlehiya me tune ye'   Sadiye ji girtîgeha hejmar 1 a Tîpa T ya Osmaniyeyê bi rêya SEGBÎS'ê parastina xwe kir û sûcdariyê derbarê wê de hatin kirin red kir.  Sadiyeyê di berdewamiya parastina xwe de bal kişand ser şert û mercên girtîgehê jî û wiha got: "Em kesên girtî bi pêkanînên rumetşikandinê re rûbirû ne û tên îşkencekirin. Ev pêkanîn şênber in û hatine tepîtkirin. Dema ku ez hatim vêderê ez bi lêgerîna tazî re rûbirû mam.  Li gel ku ez li dijî vê pêanînê derketim jî bi darê zorê bi vî awayî li ser min lêgerîn hat kirin. Li gel ku li hemû girtîgehan rojê  2 caran lêgerîn tê kirin li Osyaniyeyê rojê 3 caran tê kirin û bi darê zorê ev lêgerîn tê kirin. Em dizanin ku em girtî ne û em di ferqa pêvajoyê de ne. Bial sazî û parêzer li me xwedî derên."   'Delîlê şahidan tune ye'   Parêzerê Sadiye Suleyman Kaya jî di parastina ku kir de diyar kir ku tu delîlên muwekîla wî bi wan bê darizandin di dosayê de tune ne û got ku delîl tenê şadehiya şahidan e û li gorî vê darizandina tê kirin dijhiqûqî ye. Parêzer Suleyman diyar kir ku ji van şahidan yek jê jî berê ji sûcê îstîsmara zayendî hatiye darizandin  û got ku îfadeya vî şahidî jî derew e û nayê qebûlkirin. Parêzer herî dawî tehaliyeya Şadiyeyê xwest lê dadgehê xwest ku rewşa girtî ya sadiyeyê berdewam bike û ji bo parastina parêzeran a derbarê mijarê de bigire doz talopî Tîrmehê kir.