Derbarê mêrê ku Rojbîn qetil kir de rûpelek îdianame 2018-04-20 09:04:35   Safîye Alagaş   AMED - Li navçeya Yenîşehîrê di 2017’an de Şeyhmus Îlhan, Rojbîn Îlhan qetil kir û îdianameya derbarê wî de temam bû. Di îdianameya ji yek rupelê pêk tê de, roportaja mêrê kujer a ku nûçegîhanên me desteser kir û sûc îtîraf kir, cih negirt.   Li Yenîşehîrê a Amedê di 24’ê Kanûna 2017’an de  Şeyhmus Îlhan jina bi navê Rojbîn Îlhan qetil kir. Lêpirsîna derbarê Şeyhmus de temam bû. Derbarê Şeyhmus de îdianameya yekrûpelî hat amadekirin û ji sûcên  ‘Kuştina ji qestî’, ‘Kuştina bi îşkence û bi hestên çavsorî’ doz hat vekirin. Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin de hat gotin ku Şeyhmus Îlhan ji ber sûcên berê kiriye çend hefte berê bi şerdê kontrola bi denetim ji girtîgehê derketiye. Li aliyê din jî hat destnîşan kirin ku Rojbîn  jî ji ber xetereya jiyana wê hebûye li stargeha jinan bi cih bûye û wê û Şeyhmus li hev nedikirin.   Di îdianameyê de, tevî tê gotin xetereya jiyana Rojbînê heye jî nayê vegotin ku çawa vegeryaye cem Şeyhmus û hat destnîşan kirin ku roja bûyerê li taxa Ferîtkoşkê Rojbîn li mala xwe dema di xew de bûye ji aliyê Şeyhmus ve hatiye qetilkirin. Dozgeriyê, piştî bûyerê agahiyên ku Şeyhmus nûçegîhanên me tehdîd kir û bûyer îtîraf kir û her wiha agahiyên der barê qetilkirinê de jî di îdianameyê de cih negirt.    Şeyhmus wê ji ber sûcên ‘Kuştina ji qestî’, ‘Kuştina bi îşkence û bi hestên çavsorî’ bi cezayê muebetê bê darizandin. Yekemîn rûniştina dozê wê di 3’ê Gulanê de di 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê de bê dîtin.