Darazê ji bo parastina cewherî 10 sal ceza da 2018-04-18 09:09:42   Safiye Algaş   AMED - Darazê li N. yê ku Zekî A. yê bi salan keça xwe îstîsmar û tehdîd kir bi parastina cehwerî kuşt, 10 sal ceza birî. Dozgeriya Komarê ya Amedê derbarê Zekî A. de ji bo gilîkirinên berê derbarê wî de hatibûn kirin got ‘îdiayên ne şênber in’ û biryara bêşopandinê dabû.   Li Amedê mêrê bi navê Zekî A. li hemberî jina bi navê M. êrîşa îstîsmara zayendî pêk anî û sê salan ew tehdîd kir. Piştî M. bûyer ji malbatê re got bûyer bû mijara darazê. M û malbata xwe gilî kir. Zekî A. piştî îfadeyê hat berdan û vê carê malbat tehdîd kir. Zekî di Adara 2017’an de çû ber derê malbatê û şîddet li dayika M. S kir. Li ser vê bav N. parastina cehwerî pêk anî û Zekî kuşt û teslîmî polîs bû. N. yê li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê tê darizandin, diyar kir ku wan bi dehan carî gilî kiriye lê Zekî A. ew anîne vê astê û ji bo pêşa keça wê bernedane xwe parastine.    Dadgehê derbarê dayik S. de biryara beratê da. Derbarê bav N. de jî bi îdiya ji qestî kes kuştin biryara cezakirina cezayê muebetê da. Dadgehê diyar kir ku sûc di bin ‘tahrîka bêmaf’ de pêk aniye û ceza daxist 12 salan û bi hinceta bandora ceza ya li ser gumanbar ceza daxistin 10 salan.