Faîlê îstismara zayendî hat tahliyekirin 2018-04-14 11:59:24   KONYA - Li Selçukluyê mêrê bi navê O.A ji doza ku bi sûca 9 zarok îstismar kiriye, dihat darizandin, hat tahliyekirin.   Li navenda Selçukluya Konyayê O.A yê ku li dibistanek navîn mamostetî dikir li dijî 9 zarokên keç îstismara zayendî pêk anî. Piştî ku zarokan bûyer ji mamosteyê rehberlikê got, derbarê O.A de lêpirsîna îdarî hat destpêkirin. O.A ji aliyê Muduriyeta Perwerdeya Neteweyî ji kar hat dûrxistin. Piştre derbarê O.A de li Serdozgeriya Komarê serlêdana sûc hat kirin. O.A jî dîlekçeya xwe da û teqawit bû.    Ji ber serlêdana sûc Serdozgeriya Komarê lêpirsîn dest pê kir. Di çarçoveya lêpirsînê de O.A di 29'ê Gulanê de ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Îfadeya 9 zarokan li Navenda Şopandinê ya Zarokan (ÇIM) hat girtin.    Li gor îdîanameya ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat amadekirin ji bo her zarokî 'ji ber sûca îstismara zayendî ji 8 salan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji bo O.A hat xwestin û ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran ' doz hat vekirin.    Di 9'emîn rûniştina dozê de bersûcê girtî O.A û parêzerên magduran amade bûn. Dadgehê ji bo O.A bi şerdê kontrola edlî û qedexeya derketina derve biryara tahliyebûnê da.    Rûniştin hat tarloqkirin.