3 xwendekarên din ên Bogaziçiyê hatin girtin 2018-04-14 10:11:50   STENBOL - 3 xwenkarên Bogaziçiyê yên din jî ji ber ku li dijî kesên "Loqimê Efrînê" belav kiribûn panqarta "Loqimê komkujiyê tuneye" vekirin ji aliyê Serokkomar Tayyip Erdogan ve hedef hatin girtin û hatin girtin.     Di 19'ê Adarê de ji ber ku xwendekarên Bogaziçiyê li dijî kesên "Loqimê Efrînê" belav kirin pankarta "Loqimê komkujiyê tuneye" vekirin û ji aliyê Serokkomar Tayyip Erdogan hedef hatibûn girtin û Tayyip Erdogan ji bo xwendekaran gotibû "Bila nexwînin", li ser vê gotinê 15 xwendekarên Bogaziçiyê hatibûn binçavkirin. Ji van xwendekaran 9 jê ji ber "Propagandaya Rêxistinê" hatibûn girtin 6 jê jî bi şerdê kontrola edlî serbest hatibûn berdan. Ji 4 xwendekarên ku di bin çavan de bûn di saetên şevê de derketin pêşberî dozger û 3 jê hatin girtin, yek jî dîsa bi şerdê kontrola edlî serbest hat berdan.    Bi tevahî 12 xwendekarên Bogaziçiyê bi hinceta "Propagandaya Rêxistinê" kirine hatin girtin.