‘Pêşnûme qanûna îstîsmara zayendî ji çareseriyê dur e’ 2018-04-13 09:12:15   Habîbe Eren    ENQERE - Parêzer Pinar Çelîk Arpaci pêşnûmeqanûna der barê îstîsmara zarokan de nirxand û diyar kir ku xesandina kîmyewî ne çareseriye û wiha pê de çû: “Ji bo pêşî li sûc bê girtin qanûn divê her cureyê tedbîrê bigire. nêzîkatiyên ji çareseriyê dûr ne rastin.    Sererastkirina ku cezayên sûcdarên îstîmsara zayendî zêde dike pêşkêşî meclîsê hat kirin. Li gorî pêşnûmeyê, cezayê ji bo sûcdarên îstîsmara zayendî derxistin 40 salî. Lê pêkînan xesandina kîmyewî ya bi sînorê temenê 12’yî nehat rakirin. Parêzer Pinar Çelîk Arpaci der barê pêşnûmeqanûnê de nirxandin kir.   ‘Pêkanîna kastrasyona kîmyewî tê plankirin’    Pinarê diyar kir ku der barê sûcdarên îstîsmara zayendî de sê meh beriya bên tahliyekirin û ji tahliyeyê şûnde heta 5 salan ji bo daxwaza zayendî bê çewisandin tedbîra xesandina kîmseyî tê pêşniyarkirin û got: “Xesandin wek kastrasyona kîmyewî tê kirin. kastrasyona cerahî de testîsên mêr bi emelyetê tê girtin. kastraasyona kîmyewî jî bi dermanan tê kirin û daxwaz tê kêmkirin. Tê plankirin ku kastrasyona kîmyewî bînin.”   Pinarê di berdewamiyê de daxuyakirin ku di 2017’an de ‘Rêziknameya der barê Sûcên îstîsmara zayendî de dermankirinên pêk tên’ hatiye derxistin û di vir de xesandina kîmyewî gelek hatiye nîqaşkirin û ji bo betalkirina rêziknameyê di doza li Daniştay hatiye vekirin, de biryara rawestandina hinek xalan hatiye dayîn.   ‘Nêzîkatiyên ne demdirêj ne rastin’   Pinarê her wiha got pêkanîna xesandina kîmyewî rêbazek li cîhanê tê bikaranîne û ligel vê di têkoşîna li dijî sûc de ne riyek bi bandore. Pinarê wiha dirêjî da axaftina xwe : “Dîsa di cîhanê de rêbazeke ku herî dawî mirov serî lê didin e. Li welatên ku Kastrasyon tê bikaranîn ne wek rêbazek cezakirinê wek tedbîrê tê bikaranîn. Ji bo pirsgirêk bê çareserkirin nêzîkatiyên rast pêwist in."    Pinarê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser nêzîkatiya hikûmetê û got divê hikûmet di têkoşîna li dijî sûcên îstîsmara zayendî de samîmî be û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Divê rexneyên hemû aliyan li ber çavan bê girtin û rewşa dawî ya qanûnê bê dayîn. Hîna ku sûc nehatiye kirin divê xebatên der barê pêşîgirtina sûc de bên kirin.”