‘Operasyonên KCK’ê’ di sala 9’emîn de bi fezleke û operasonên qirkirina siyasî didomin 2018-04-13 09:09:42   AMED - Di bin navê  KCK’ê de di 14’ê Nîsana 2009’an de operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin û tevî di ser re 9 sal derbas bûye jî nûnerên kurd hîna dîl girtî ne. Parêzer Reyhan Yalçindag got operasyonên KCK’ê îro bi operasyonek qirkirina siyasî ya din didomin û dadgeh li dij destûra bingehîn biryaran didin.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 13’ê Nîsana 2009’an de biryara agirbesta yek alî ya du mehan wê bidome aşkera kir û piştî vê gotinê ‘berlêvekirina demokratîk’ li Tirkiyeyê zêde bû. Di nav van geşedanan de di 14’ê Nîsana 2009’an de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve operasyonên KCK’ê hatin destpêkirin û siyasetmedarên Kurd hatin binçavkirin û girtin.   Tevgera Azadiya Kurd daxuyakirin ku ev girtinên di operasyona KCK’ê de ji bo bi tevgera Kurd şûnde gavê bidin avêtin hatiye kirin.    Di 2014’an de bi destpêkirina diyalogê re bi hinek sererastkirinên qanûnî re siyasetmedarên Kurd 5 salan girtî man. Doza Sereke ya KCK’ê ya li Amedê sala borî bi encam bû û li 111 kesî ceza hat barîn. Parêzer Reyhan Yalçindag derbarê operasyonên qirkirina siyasî de nirxandin kirin.   Dadgerên biryar dan ji FETO’yê girtî ne    Reyhanê daxuyakirin ku di bin navê KCK’ê de gelek siyasetmedar, rêveber, endamên meclîsên jinan, parêzvanên mafê mirovan û parêzer hatine girtin û got: “Yên ku bi awayekî dijhiqûqî hatin girtin, polîsên di vê mijarê de cih girtine piranî ji FETO’yê yan girtîne yan jî hatine îxrackirin.”   Reyhanê di berdewamiyê de destnîşan kir ku hemû parlamenterên hatine girtin tevî ku çalakiyên wan ên li dij hiqûqê tuneye jî hewldanên derveyî qanûnê nîşan dan û mafê siyasetê nenasîn didome. Reyhanê wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di bin navê Ergenekon, Balyoz û her wekî din de derket holê ku hemû darizandin cemaatê kiriye."   ‘Dadgehên Cezaya Giran anîn’    Reyhanê bi lêv kir ku operasyon îro bi operasyonên qirkirina siyasî yên bi teşeyekî din didomin û hevserokên partiya duyem a mezin a muxalefetê, parlamenterên wê di girtîgehê de ne, qeyûm tayînî şaredariyan bûne û piranî hevşaredar niha girtî ne. Reyhanê ev tişt anî ziman: “Di her carê de dibêjin me DGM rakirine. Lê vê carê jî Dadgehên Rayeya Taybet darizandinên KCK’ê dikin. Hemû dadgerên di bin navê ‘dadgehê azadiyê’ de niha ji FETO’yê girtîne. Derket holê ku van dadgeran re jî li dijî hiqûqê biryar dane.   Niha jî Dadgehên Cezaya Giran heman biryaran didin.”   Reyhanê di dawiya axaftina xwe de di 9’emîn sala operasyonên siyasî yên KCK’ê de azadiya fikr û ramanê di bin êrîşek mezin de ye û got hemû dosyayên dozê bi giştî ji axaftin û daxuyaniyên çapemeniyê pêk tên.