Du mêr ên sûcdarên îstîsmara zayendî bi mehane nayên girtin 2018-04-12 09:21:54   MÊRDÎN - Li Nisêbînê du mêrî li dijî zaroka 13 salî îstîsmara zayendî ya sîstematîk pêk anîn û ji du mêran li yekî 40 sal ceza hat birîn û du mêrên din hîna li derve digerin.   Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê derketibû holê ku zaroka 13 salî sala borî li avahiyek vala ji aliyê du mêran ve rastî îstîsmara zayendî hatiye. Li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê ji sûcê ‘îstîsmara zayendî’ doz hat vekirin û li gumanbar Fettah Y 40 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat birîn. Du gumanbarên din ên di bûyerê de navê wan derbas dibin jî hîna nehatine girtin.    Zarokê di 5’ê Adara 2017’an de sûcê îstîsmara zayendî vegot û got ji aliyê du mêran ve hem rastî îstîsmara zayendî û hem jî rastî îşkenceyê hatiye.    Parsekî li zarokê ferz kirine!   Zarokê di îfadeya xwe ya li dozgeriyê de diyar kir ku parsekî li wê ferz kirine û ji ber her tim neçar maye derkeve derve û got bi dehan carî ji aliyê heman kesan ve rastî îstîsmara zayendî û tehdîdê hatiye û bûyer jî ji kesî re negotiye. Fettah Y. piştî bûyera îstîsmarê şûnde dema polîs dît direviya û hat girtin. Fettah di îfadeya dozgeriyê de îdia kir ku ew zarokê nas nake, hemû sûc red kir û daxwaza tahliyeya xwe kir.    Di rapora ji aliyê Saziya Tipa Edlî ya Mêrdînê hatiye girtin de derket holê ku sûcê îstîsmarê ji aliyê gelek mêrî ve hatiye kirin.Her wiha di mînakê DNA’yê ya ji Fettah Y. hatiye girtin jî bi yê zarokê re wekhev bûye. Ligel vê ji derveyê Fettah mînakên DNA’yê yên gelek kesî hatin dîtin.    Di rapora ji aliyê psîkolog ve hatiye amadekirin de jî hat diyarkirin ku zarok wateya hiqûqî ya bûyerê û encamên wê baş fêm nake û li gorî temenê wê hişê wê şûnde ye.  Dadgehê derbarê Fettay Y de 40 sal û 6 meh ceza birî û du gumanbarên din jî li derve digerin.