Mamosteyê ku îstîsmara zayendî kir nehat cezakirin 2018-04-11 09:12:22   Safiya Alagaş   AMED - Li mamosteyê bi navê Ahmet B. yê li xwendekara xwe îstîsmara zayendî kir û malbata zarokê vexwendiyê dadgeha ‘şerîatê’, 4 sal û 8 meh ceza hatibû birîn û biryara bi hincet a ceza hat aşkerakirin. Dadgehê îdia kir ku ‘çalakiya gumanbar tevî ku temasa bedenê heye jî zêdebûnek tune ye’ û ji ber vê jî ji ‘îstîsmara zayendî ya sivik’ ceza hatiye dayîn.   Li Çinara Amedê  li Lîseya Îmam Hatîp a Keçikan  mamosteyê bi navê Ahmet B yê diket dersa erdnîgariyê(cografiya) li hember xwendekara xwe îstîsmara zayendî pêk anî û ji sûcê ‘ îstîsmara zayendî ya sivik a zarokê’ dihat darizandin. Ji bo Ahmet 4 sal û 8 meh ceza hatibû dayîn. Ahmet B. hewl dabû îstîsmara zayendî ‘normal’ nîşan bide û gotibû ‘bila şerîat min bidarizîne’. 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê biryara xwe ya bi hincet a cezayê daye aşkera kir. Di biryara bi hincet de hat gotin ku gumanbar sûcê xwe îtîraf kiriye û zarokê jî îstîmar û tehdîda lê hatiye kirin vegot.   Dadgehê diyar kir ku gumanbar zaroka 15 salî bi gotinên cuda xapandiye tehdîdkiriye û çend caran îstîsmara zayendî pêk aniye. Her wiha got ku tevî ku çalakiya gumanbar temasa beden dihundirîne jî ‘zêdebûnek’ tune.  Dadgehê bi hincetên pêşkêş kir re îdia kir ku gumanbar sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zivik a li hember zarokê’ pêk aniye û hatiye cezakirin. Tehdîd jî qet nehat dîtin.    Nehat girtin    Dadgeha ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zivik a li hember zarokê’ sê sal ceza da Ahmet B. diyar kir ku ji ber sûc bi awayekî sîstematîk hatiye kirin derxist 5 sal  û 7 meh û 15 rojî.  Dadgehê daxistina takdîrê jî pêk anî û vê carê ceza daxist 4 sal û 8 meh û 7 rojan.  Der barê gumanbar de biyara girtinê nehat derxistin.    Hîna dixebitî   Midûriyeta Perwerdê der barê Ahmet B. de lêpirsîn da destpêkirin û sê mehan cezayê pere ku ji mûçeyê wî bigirin lê hat birîn û piştre jî ew tayînî Licêyê kirin. Ahmet B. piştî demekê li vir dimîne tayîna xwe radike Pasûrê. Di seranserê dozê de mamostetî kiriye. Piştî doz di çapemeniyê de derket, ji aliyê qeymeqamtiya Pasûrê ve biryar hat dayîn ku nexebite û hat hînbûn ku ji kar hatiye durxistin.