Ji daraza serdest a ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî bereat 2018-04-09 09:10:57   AMED - 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê li şûna ku îfadeyên zaroka rastî îstîsmara zayendî hatiye û psîkologa got ev îfade rastin, esas bigire, biryara bereattê ji bo gumanbarê îstîsmara zayendî da.   Zaroka 17 salî ya li Amedê dijiya diyar kiribû ku ji aliyê birayê xwe ve rastî îstîsmara zayendî hatiye û gilî kiribû. Li ser vê birayê wê K. ji sûcê ‘îstîsmara zayendî  hat girtin. Dema doz berdewam dikir, malbatê zext li zarokê kir ku îfadeya xwe şûnde bikşîne.  Zarok li ser vê ji malê revya û çû cem xwişka xwe jiya.  Mêrê  bi navê E.U. yê bi xwişka wê re bi mehra olî zewicîbû di 21’ê Mijdara 2017’an de li hemberî zarokê îstîsmara zayendî pêk anî û li ser vê jî zarokê gilî kir.   Îfade hat girtin, piştre hat berdan   Piştî gilîkirinê E.U. hat binçavkirin û piştî îfadeyê hat berdan. Di îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hatiye amadekirin de hat xwestin ku gumanbar ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya zarokê’ bê cezakirin. Di yekemîn runiştina li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin de  îfadeya gumanbar û xwişka zaroka mexdur hat girtin.  Gumanbar di runiştinê de îdia kir ku tiştek wisa nekiriye û xwişka zarokê jî hevjînê xwe piştrast kir û parast.   Psîkolog:Zarok rastiyan dibêje   Zaroka ligel psîkolog îfade da, diyar kir ku xwişka wê û E.U. derewan dikin û îfadeya xwe ya berê bi berfirehî vegot.  Psîkologa zarokê jî got birayê zarokê girtiye û wiha got: “Malbat zextê li zarokê dike ku der barê birayê wê de îfada xwe biguhere. Malbatê em ji malê kirin der. Malbat xwedî li zarokê dernakeve. Zextan li zarokê dike. Bi taybet jî zaroka xwe ya keç qebûl nakin. Gumanbar ew şopandiye. Çûye cihê ku dixebite.  Tiştên vedibêje rastin.”   Dozger di runiştina biryarê de daxwaz kir ku gumanbar ji 3 salan heta 8 salan bê cezakirin.  Dadgehê jî got delîlên şênber tune ne û biryara beratê da.