Rûniştina 17 zarokan di 10’ê Nîsanê de ye 2018-04-07 09:06:40   MÊRDÎN - Duyemîn rûniştina 17 zarokên di dema qedexeyên derketina derve ya Nisêbînê de hatine girtin di 10’ê Nîsanê de tê dîtin. Zarokên yekem car di 9’ê Çileyê de derketin pêşberî dadger û îfade dan, îşkenceya di bin çavan de vegotibûn.   Li Nisêbîna Mêrdînê di dema qedexeya derketina derve berdewam dikir de di 26’ê Gulana 2016’an de 76 kes ji taxan hatibûn tahliyekirin û piştre hatibûn binçavkirin. 17 jê zarok 96 kes di binçavan de rastî îşkenceyê hatin û hatibûn girtin. Duyemîn rûniştina 17 zarokan ên ji aliyê 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran ve tê darizandin, wê di 10’ê Nîsanê de bê dîtin. Zarok ji 19 îdiayên cuda tên darizandin û ’79 caran bi muebeta giran’ tên darizandin.   Zarokokên nexwestin bi SEGBÎS’ê îfadeyê bidin wê bînin dadgehê. Tê payîn ku ev rûniştin jî girtî bê kirin û malbatên girtiyan jî ji bo zarokên xwe li dadgehê bibînin wê şansa xwe biceribînin.   Girtiyan îşkenceya dîtibûn vegotibûn   Zarok piştî du salan şûnde cara yekem dema derketin pêşberî dadger îşkenceya di binçavan de dîtibûn vegotin û diyar kiribûn ku îfadeya ewil dane bi zorê û îşkenceyê dane. Girtiyan got ew îfadeyên di encama îşkenceyê de dane qebûl nakin û xwestin dadgeh îfadeyên wan ên tên dayîn esas bigirin.   Dadgehê rûniştina duyemîn  a zarokan taloqî 10’ê Nîsanê kiribû. Rûniştina 50 kesên din jî di 16’ê Nîsanê de tê dîtin.