Tevî rapora Tipa Edlî dozgeriyê îfadeya jinê esas negirt 2018-04-06 09:10:43   Safiye Alagaş   AMED - Mêrê bi navê C.K yê li Çinarê li hember jinekê êrîşa îstîsmarê pêk anî, ji aliyê dadgehê ve hat berdan. Tipa Edlî jî di alî mêr de raporek amade kir. Dozgeriyê tevî van hemûyan der barê gumanbar de ji sûcê ‘êrîşa îstîsmara zayendî’ doz vekir.   Li Çinar a Amedê di 6’ê Hezîran a 2017’an de mêrê bi navê C.K bi dizî ket mala jina bi navê B.A ya ew terk kiribû û li hember wê êrîşa zayendî pêk anî. B.A çû polîs û gilî kir. C.K yê hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve bêyî girtî bê darizandin hat berdan. Îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Çinarê amade kir jî ji aliyê 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ve hat qebûlkirin.   Tipa Edlî êrîşa zayendî nedît   Di îdianameyê de cih dan rapora Tipa Edlî ya weke ‘delîlên îstîsmara zayendî nehatiye dîtin’. Dozgeriyê di îdinameyê de got C.K roja bûyerê derketî sîwana mala jinê û bi jinê re demekê axiviye. Her wiha di îdianameyê de cih dan îfadeyên redkirina îstîsmara zayendî. Ji sûcê ‘îstîsmara zayendî ya bi nîtelîk’ bi daxwaza 7 salan heta 12 sala doz hat vekirin.   Jina rastî êrîşê hatibû, parêzerên gumanbar û  parêzerê Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatî di rûniştina yekem de amade bûn. C.K jî ji ber li leşkeriyê bû bi SEGBÎS’ê tevlî bûn. C.K di rûniştinê de îfadeya xwe dubare kir.