Eren Keskîn: Ez deyndarê Musa Anter im 2018-04-03 18:32:37   STENBOL - Parazvana mafên mirovan Prz. Eren Keskîn ku ji ber nasnameya Gerinendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê rastî ceza hat, têkildarî cezayê lê hatiye birîn civîna çapemeniyê pêk anî. Eren wiha got: "Îro terora tundiyê ya herî mezin dewlet bi xwe ne. Ez bawer dikim ku ev rêbaza tolhildanê ye." Parazvanê mafên mirovan Akin Birdal jî diyar kir ku li ser darazê vesayet heye.     ÎHD'a Stenbolê, ji ber ku Prz û parazvana mafên mirovan Eren Keskin a têkildarî Gerinendeya Weşana Giştî ya Ozgur Gundemê rastî ceza hat, li avahiya Komeleyê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li salonê pankarta "Em li gel Eren Keskin in" vekirin. Di civînê de Hevseroka Giştî ya ÎHD'ê Eren Keskîn, parazvanê mafên mirovan Akin Birdal, Berdevka HDK'ê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Seroke Çapemeniya DİSK Basın Îşê Faruk Eren, Berdevkê Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan, nivîskar û rojnameger Tugrul Eryilmaz, Umît Kivanç, Murat Çelikkan, lîstikvan Nur Surer, hunermend Eylem Aktaş, Rêveberê ÎHD'ê Dayikên Şemiyê endamên LBGTÎ Komeleya Alîkariya Hiqûqî ya Dijberî Tundiya di bin çavan de, Nûnerê TİHV, xebatkarên Ozgurlukçu demokrasî yên TMSF'ê dest danî ser rojnameya wan û gelek kesên din amadebûn.    Di civînê de parêzerê Eren Keskîn Ozcan Kiliç, der barê doza Eren de agahî da. Ozcan, anî ziman ku daraz dixwazin ji Eren re bêjin "Bireve biçe dervê welat" û wiha got: "Lê ez bawer dikim ku bi derewên xwe li tahtê xistin. Helwesta dewletê heye."    'Min mafên mirovan parast'    Hevseroka ÎHD'ê Eren Keskîn jî diyar kir ku ew parazvana mafên mirovan e û wiha got: "Min red kir ku tev li xebata siyasetê bibim. Min her dem mafên mirovan parast. Min her dem tekoşîna mafê azadiya ramanê parast. Berê ji ber min peyva Kurdistan got bi dehan caran doz li min hat vekirin. Min peywira Gerînendeya Weşana Giştî ya Rojnameyê qebûl kir. Ji ber ku ez her dem li dijî Musa Anter ê 77 salî ku bi guleya dewletê ya veşarî hat kuştin  xwe deyndar hîs dikim. Ez xwe li hemberî Burhan Karadenîz ê hêj zarok bû bi guleya hêzên dewletê birîndar bû û çû Ewropa û li Ewropa întihar kir deyndar his dikim. Li hemberî Ferhat Tepe yê hê  zarok bû hat kuştin deyndar hîz dikim. Ji ber ku ez xwe li hemberî van mirovan deyndar hîz dikim min ev erk da ser milê xwe. Ev rojnameya wan e. Jiber ku ez azadiya weşanê ya vê rojnameyê diparêzim min bi dildari navê xwe li kunye vê rojnameyê nivîsand. Dema min dest bi vê erkê kir, dewletê pêvajoya bi navê 'Pêvajoya aştiyê" da destpêkirin. Di vê pêvajoyê de der barê vê rojnameyê de qet doz nehat vekirin. Kengî "pêvajoya aştiyê" bi dawî bû doz li ser dozê li min hatin vekirin.    Eren, anî ziman ku dayika wê ya 85 salî ku li wê dinere heye û wiha got: "Demekê heta 143 doz li min hatin vekirin. Di hin dozan de cezayê muebetê dixwazin. Qedeya derketina dervê welat dane ser min. Ji ber nivisê ku min nenivîsandiye 12 sal ceza ji min dixwazin. 456 hezar TL cezayê pereyan li min hatiye birîn. 105 hezar TL cezayê pereyan hatiye erêkirin. Ez hewl didim bi piştgiriyan vî cezayî razînim. Dema 456 hezar TL  bê erêkirin ez dê çawa razînim ez vê yekê jî nizanim.    'Ez li gorî dewletê tevnagerim'   Eren, anî ziman ku Tirkiye hemû peymanên ku îmze avêtiye bin wan îhlal dike û wiha got: "Tenê ji ber ku ez gerînendeya weşanê me ceza li min tê birîn. Ev yek li dijî peymanên navneteweyî ye. Dewleta Komara Tirkiye ne dewleta hiqûqê ye. welatên Yekîtiya Ewropa hene. Em ji wan dipirsin çima li hemberî vê yekê bêdeng in. Ez ne mecbûr im li gorî pênaseyên dewletê tev bigerim. Yê terora tundiyê pêş dixin îro dewlet bi xwe ne. Ez vî cezayê ku li min hatiye birîn wekî rêbaza tolê dibînim."    Eren, herî dawî anî ziman ku ev ceza dê nikare vîna wê têk bibe û dê li dijî van cezayan heta dawî têbikoşe.