Ji bo kujerê Fundayê muebbet hat xwestin 2018-03-27 17:46:26   ÎZMÎR - Ji bo Umit Şenturk ê ku li Çigliyê Funda Gulmez qetil kir dozger muebbet xwest. Parêzerên malbata Fundayê jî ji bo Umit "muebbeta giran" xwest.    Di 21'ê Adara 2017'an de li Çigliya Îzmîrê Umit Şenturk bi alîkariya Gozde Kekeç û Îbrahim Orgulu, Funda Gulmez qetil kiribû. 8'emîn rûniştina doza darizandinê li 2'emîn dadgeha Cezaya Giran a Karşiyakayê hat dîtin. Bersûc Umit Şenturk li rûniştinê amade bû.      Parêzerên malbata Fundayê û parêzerên Umit Şenturk beşdarî rûniştinê bûn. Endamên Platforma Em ê Cinayetên Jinan Bidin Rawestandin (KCDP) û malbata Fundayê rûniştin temaşe kirin.    Muebbet hat xwestin   Dozger derbarê Umit Şeturk ê ku Funda Gulmez qetil kir muebbet xwest.     'Ji ber kuştina bi plan muebbet hat xwestin'   Parêzerê Fundayê ji bo bersûc Umit Şenturk ji ber 'Kuştina bi plan' muebbeta giran xwest.    Dadgehê rûniştina din tarloqî 16'ê Nîsanê kir.