Di dosyaya Mehmet ê hat qetilkirin de pêşketin tune ye! 2018-03-26 09:11:07   ŞIRNEX - Li Sîlopiyê di dema qedexeya derketina derve de guleya topê li mala xizê Mehmet Mete yê 11 salî  ketibû. Mehemet ê ku li mala xizê xwe dilîst  di encamê de jiyana xwe ji dest dabû. Di ser qetilkirina Mehmet re du sal derbas bû lê di dosyaya wî de tu pêşketin tune ye. Dayika Mehmet, Gurbet Mete, diyar kir ku ew ê şopdarê doza kurê xwe be û ew ê dest ji kujeran bernede.   Li Sîlopiya Şirnexê di qedexeyên derketina derve de Mehmet Mete yê 11 salî di 21'ê kanûna 2015'an de dema li mala xizê xwe dilîst jî ber ku guleya topê li mala wan ket Mehmet hat qetiklirin.  Malbatê bi dehan carî li ambulansê geriya lê bi hinceta ‘qedexe heye’ ambulans neşandin taxê.  Mehmet ê bi giranî birîndar bû li ber çavan hat qetilkirin. Di lêpirsîna der barê mirina Mehmet de tu pêşketin tune ye. Dozgeriyê heta niha tenê îfada malbatê girt.   ‘Ambulans nehatin em bi alên sipî derketin’   Dayik Gurbet Mete tişta jiya wiha vegot: “Kurê min hîna 11 salî bû. Xeyalên wî hebûn.  Mirov ji bo zarokên xwe her tiştî dikin lê piştre guleyek, topek, wesayîtek zirxî wan ji me digire. Ez qet naxwazim wê rojê bi bîr bînim. Lê deqeyekê ji hişê min dernakeve.  Wê demê qedexe hebû.  Kurê min Mehmet çûbû mala xizmê me û bi zarokên din re dilîst.  Ji dibistana pêş guleya topê davêjin.  Parçeyê hesinê camê parçe kir, li serê wî dikeve.  Piştî teqînê her kes hat malê. Em bi dehan carî li ambulansê geriyan. Lê nehat.  Em bi alên sipî derketin û dîsa jî nehatitn. Ji ber ku abûlans neşandin lawê min jiyana xwe ji dest da.”   ‘Heta hesab nepirsim ez ê rehet ranezêm’   Gurbetê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku tevî her tiştî êşa wê hîna teze ye û got heta edelet pêk neyê wê rehet neke. Gurbetê wiha berdewam kir: “Çi dibe bila bibe em ê giliyê xwe şûnde nekşînin. Heta berpirs ceza negirin em ê hesabê Mehmet bipirsin. Ez ê hesabê zarokên hatine qetilkirin bipirsim.”   ‘Hatin li malê li kurê min dan’   Gurbetê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di îfadeyê de gotin ‘ kê wisa kiriye’. Divê wan bersiva wê bida, lê ji min pirsîn. Di xendekê de jiyana xwe ji dest bida min dê evqas êş nekişanda. Di pevçûnê de bihata jiyîn wê canê min wisa neşewitiya. Lê hatin li malê li kurê min dan. Dixwazin hemû kurdan wisa bikujin. Kurê min wan kuşt. Ez giliyê xwe şûnde nakşînim. Ez ê heta dawiya jiyana xwe hesabê vê bipirsim.”