Doza jinên gotin ‘ji mehra miftî re na’ hat taloqkirin 2018-03-24 13:51:41       ESKÎŞEHÎR- Jinên ji ‘Mehra Miftî re gotin na’ der barê wan de doz hatibû vekirin û yekemîn runiştina dozê hat dîtin û runiştin taloqî 19’ê Hezîranê kirin.   Li Eskîşehîrê li jinên ji ‘Mehra miftî re gotin na’  doz hat vekirin û yekemîn runiştina dozê duh li 4’emîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê hat dîtin. Runiştin piştî tespîta nasnameyan dest pê kir û piştî parastinan heyeta dadgehê runiştin taloqî 19 hezîranê kir.    Jin beriya runiştinê li ber edliyê hatin cem hev û gotin: “Hun nikarin serhildana jinan bidarizînin’.   Çi bibû?   Jinan gotin ‘mehra fermî ne karê miftiye’ û li ser çar alî Tirkiyeyê daketin kolanan û daxwaza vekişandina qanûnê kiribûn. Li Eskîşehîrê jî platformên jinan yên bajar û jinên mala gel çalakî pêk anîn û bertek nîşan dabûn. Her wiha ji bo kesên tevlî çalakiyê bibûn jî 912 TL pere ceza hatibû birîn.