Ji bo dosyaya endama KJA’yê Berjîn Demîrkaya, biryara bêşopandinê! 2018-03-19 09:03:39   Safiye Alagaş   ŞIRNEX - Serdozgeriya Komarê ya  Şirnexê di lêpirsîna Berjîn Demîrkaya ya di bodrumên Cizîrê de hat qetilkirin de, bi hinceta ‘endama KJA’yê ye’ û  derbarê wê de berê ‘di çarçoveya TMK’ê de doz hatine vekirin’ biryara bêşopandinê da. Parêzera Berjînê îtîrazê biryarê kir.   Li Cizîrê di 14’ê Kanûna 2015’an de qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û di 2’ê Adara 2016’an de  di saetên êvarê de beşek qedexeyê hatibû rakirin. Li taxên Cudî û Sûrê li kolanên Bostanci, Narîn û Akdenîzê  23 jê zarok 177 kes bi çekên giran  rastî êrîşê hatin û jiyana xwe ji dest dan. Endama KJA  Berjîn Demîrkaya jî di bodruma kolana Bostanci de di nav kesên ku hatin şewitandin, qetilkirin de bû.   ‘Biryar dijhiqûqî ye’   Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê mirina Berjînê de lêpirsîn dabû destpêkirin lê biryara bêşopadinê da dosyayê. Bi hinceta ‘endama KJA’yê ye’ û  derbarê wê de berê ‘di çarçoveya TMK’ê de doz hatine vekirin’ biryara bêşopandinê dan.   Parêzera malbatê  Gulşen Ozbek diyar kir ku biryar dijhiqûqî ye û îtîrazî biryarê kir. Di daxwaznameya îtîrazê de hat diyarkirin ku lêpirsîn kêm maye û got gelek nakokiyên di navbera girtek û raporan de nehatiye çareserkirin. Gulşenê her wiha destnîşan kir ku bi lêpirsîneke qels biryarek li dij hiqûqê hatiye dayîn.