Îşkenceya derûnî di asta herî jor de ye 2018-03-16 11:07:46       Safiye Alagaş   AMED - Parêzvana mafê mirovan Gamze Yalçin diyar kir ku bi OHAL’ê re hemû qanûn û maf hatine rawestandin û  kesên îşkenceyê pêk tînin bêceza tên hiştin ev jî sûcên nû bi xwe re tîne. Gamzeyê her wiha daxuyakirin ku bi îşkenceya fîzîkî re îşkenceya derûnî jî  derketiye asta herî jor.   Li Tirkiyeyê bi OHAL’ê re binpêkirina mafan derket asta herî jor. Raportora Taybet a Îşkenceyê ya NY’ê Nîls Melzer diyar kir ku derbarê rêbazên lêpirsînê yên li Tirkiyeyê de di destên wan de hinek rapor hene. Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan a Elman DPA, Nîls li Cenevreyê axiviye û gotiye di van raporan de  di lêpirsînên li Tirkiyeyê de lêdan, elektroşok, ava cemidî, heqeret û êrîşa îstîsmara zayendî heye. Raportor got ji ber OHAL’ê dozger jî derbarê sûcên îşkenceyê lêpirsîn nake.   Parêzera mafê mirovan Gamze Yalçin diyar kir ku bi OHAL’ê re binpêkirina mafan derketiya astek cidî û got: “OHAL her tim tê dirêjkirin, ev jî dibe sedema binpêkirina mafan. Di serî de mafê jiyanê û îşkence tê jiyîn. Di serî de li girtîgehan, li gelek qadan bi hinceta OHAL’ê binpêkirin tên jiyîn.”   ‘îşkence sûcê mirovahiyê ye’   Gamzeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Zêdebûna bûyerên îşkenceyê bi OHAL’ ê re zêde bûye. Beriya OHAL’ê jî îşkence li Tirkiyeyê hebû. Bi OHAL’ê re li gel îşkenceya fizîkî ya derûnî jî derketiye asta herî jor. Di peymanên navneteweyî yên ku Tirkiyeyê îmze kirine de teqez, îşkence qedexe ye û di rewşa şer de jî hukmên ku îşkence li kesan nayên kirin cih digirin.”    ‘Ji ber azadiya fikr û ramanê gelek rojnameger girtîne’   Gamzeyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê dosyayên îşkenceyê ji ber demboriyê tên girtin û ev jî encama polîtîkaya bêcezabûnê ya Tirkiyeyê ye. Her wiha Gamzeyê diyar kir ku desthilatdarî ji bo aliyên muxalîf bêdeng bike her tiştî dike û niha gelek rojnameger ji ber fikr û ramanê di girtîgehan de ne.   ‘Pêkanîna cilên yekreng binpêkirina mafan e’   Gamzeyê ev tişt anî ziman: “Îşkence û binpêkirina mafan li girtîgehan zêde bûye. Bi KHK’a hejmara 696 li girtîgehan pêkanîna cilên yekreng kirin meriyetê. Ev jî binpêkirinek mafan a cidî ye. Ligel vê mafê xwegîhandina xizmeta tenduristiyê jî li girtîgehan tê astengkirin. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û ev jî nîşan dide ku îşkence gihaştiye çi astê. Di bin çavan de jî îşkence tê jiyîn. Ji malê digirin, îşkenceyan lê dikin û beyî qeydên fermî berdidin. Ev jî ji bo şopandinê her tiştî zehmet dike. Ji ber qeydên fermî tune mirov nikarin agahdar bibin. Bi OHAL’ê re qanûn û maf hatin sekinandin.”