Jinan ji bo Hêlînê bang kirin 2018-03-14 15:03:00   STENBOL - Jinan berî danişîna Hêlîn Palandoken daxuyanî dan û gotin: “Em ji bo Hêlînê edaletê dixwazin. Em ê heta dawiyê şopdarê doza wê bin. Bavê Hêlînê Nîhat Palandoken jî, bertek nîşanî biçekkirina kesan da û got: “Em naxwazin dibin siha çekan de bijîn.”   Li navçeya Pendîk a Stenbolê Mustafa Yetgîn di 13’ê Cotmeha 2017’an Hêlîn Palandoken kuşt û 2 kes jî birindar kirin. Danişîna dozê dê di 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Anadoluyê bê dîtin. Jinan berî danişînê li ber edliyê daxuyanî dan çapemeniyê. Gelek sazî û dezgehên jinan, malbata Hêlîn Palandoken û hevalên wê yên dibistanê beşdarî daxuyaniyê bûn.      Bavê Hêlîn Palandoken Nîhat Palandoken, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: "Tundî û tacîzên li dijî jinan pir zêde bûne. Her ku diçe cinayetên jinan zêde dibin û dadgeh cezayên kêm didin kujeran. Li welatê me kirîna çekên ruhsatê û yên bê ruhsat hatine zêdekirin. Ev gefek mezin ava dike û ewlekariya canê zarokên me tuneye. Em ê tu carî ji bo Hêlin dest ji daxwaza edaletê bernedin."   Piştî Nîhat Palandoken endama Meclîsa Jinê ya Stenbolê Fidan Ataselim bal kişand ser zagona hejmara 6284'an û got:"Dema ku zagon bi awayekî çalak bikeve meriyetê wê demê dibe ku mirov pêşî li mirinan bigire. Divê cezayê mêrên ku jinan dikujin danekeve."