Gaziya Pirsûsê Îlke Başak Baydar hat tahliyekirin 2018-03-13 14:00:28   STENBOL - Îlke Başak Baydar a ku ev 11 meh in girtî bû di rûniştina ku hat dîtin de hat tahliyekirin. Ji Îlkeyê re qedexeya derketina derveyî welat hat dayin.   Gaziya Pirsûsê Îlke Başak Baydar sala borî bi hinceta ku di referandumê de xebatên "na" dikir hat binçavkirin. Îlkeya ku di 11'ê Nîsana 2017'an de hat girtin derket dadgehê. Rûniştin li 9'emîn Dadgeha Giran a Stenbolê hat dîtin. Îlkeyê ji 2'emîn Girtigeha Girtî ya Tîpa T a Rihayê bi rêya SEGBIS'ê beşdarî rûniştinê bû.     Heyeta dadgehê du dozên ku li Dêrsimê hatibû vekirin di dosyayê de kir yek û qedexeya derveyî welat dan Îlkeyê.