Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Dîlek Ocalan birî 2018-03-01 12:48:55   RIHA - Dadgehê bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Parlamenterê HDP’ê ya Rihayê Dîlek Ocalan birî.    Danişîna doza Parlamenterê HDP’ê yên Rihayê Osman Baydemîr û Dîlek Ocalan ku ji ber îdaiya “Propaganda rêxistinê kirine” li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin.    Dadger 2 sal û 6 meh ceza li Dîlek Ocalan birî   Dîlekê bi hinceta li merasîmek cenaze ya li navçeya Wêranşarê ya Rihayê axivîbû bi îdiaya “Propaganda rêxistine kiriye” doz lê hatibû vekirin. 7’emîn danişîna dozê  hat dîtin û parêzerên Dîlekê amade bûn. Parêzeran daxwaz kir ku axaftina Dîlekê ji nû ve bê guhdarkirin û ji aliyê tercûmanek bêalî ve bê wergirandin.   Dadgehê daxwaza parêzeran red kir û 2 sal û 6 meh ceza li Dîlekê birî.    Doza Osman Baydemîr taloq bû   Li heman dadgehê 8’emîn danişîna doza Osman Baydemîr jî ya bi îdiaya “Propagandaya rêxistinê kiriye” hat dîtin. Parezeran ji bo parastinê dem xwest. Dadgehê daxwaza parêzeran qebûl kir û heyetê danişîn taloqî 7’ê hezîranê kir.