Cezayê li Selma Irmak hat birîn hat erêkirin 2018-02-28 12:09:25   AMED - Dadgeha Herêmê ya Dîlokê, 10 sal cezayê li Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak hatibû birîn erê kir. Ji ber 2,5 sal cezayê selmayê hat teqezkirin jî dê parlamenteriya wê bê betalkirin.    Dadgeha Herêmê ya Dîlokê, 10 sal cezayê li Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak hatibû birîn erê kir. 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, 10 sal ceza li Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak a girtî birîbû. Dadgehê hinceta vê biryara axaftinên Selmayê yên di çarçoveya xebatên partiya siyasî de wek sûc dît.     Dadgehê, ji ber di navbera salên 2015-2016’an de di çarçoveya fealiyetên partiya siyasî de tev li meşên hatin lidarxistin û daxuyaiyên çapemeniyê yên hatin dayîn bûye, bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 10 sal ceza li Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmakê birîbû. Dozger axaftinên Selmayê yên li mîtîng, daxuyaniyên çapemeniyê û bernameyên televîzyonê yên di navbera salên 2015-2016’an de li Amed, Şirnex û Colemêrgê hatibûn lidarxistin, bi 4 tawanbariyên cuda bi giştî bi daxwaza 105 salan cezayê girtîgehê doz li Selmayê vekiribû. Selma  ya di 4’ê Mijdarê de hat girtin û di Girtîgeha Kandirayê de ye, ji aliye 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê ve hat cezakirin. Piştî parêzeran îtîrazî cezayê wê kir û serî li li Dadgeha Herêmê ya Dîlokê dan, Heyeta Dadgeha Herêmê ya Dîlokê jî bi heman hincetê ceza erê kir.    Axaftinên wê sûc hatin dîtin   Di biryara dadgehê de gelek daxuyaniyên çapemeniyê, meş û bernameyên televîzyonê yên Selmayê ku di navbera salên 2014-2016’an de wek Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê ya Şirnexê beşdarî wan bûbû û axivî bû, ji bo 15 caran tawanbariya “endamtiya rêxistinê” wek delîl hatin hesibandin. Di biryarê de hinceta 7 sal û 6 meh cezayê ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” li Irmakê hat birîn jî axaftin û beşdarbûyîna wê ya 15 çalakiyên ku di navbera 2015-2016’an de hatine lidarxistin hat nîşandan. Ji van 15 çalakiyên Selmayê beşdarî wan bûye û wek sûc hatine hesibandin, 9’ê jê di dema qedexeya derketina derve ya li Sûrê de bûn.    Di biryarê de hinceta 2 sal û 6 meh cezayê ku bi tawanbariya “propagandaya rêxistinê” li Selmayê hat birîn jî axaftinên wê yên ku di 9 çalakiyên cuda de kirine hatin nîşandan. Her wiha di 15’ê Sibata 2015’an di salvegera anîna Tirkiyeyê ya Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan de Selmayê li Amedê axaftinek kiribû ji ber vê axaftina wê bi tawanbariya “pesinandina sûc û sûcdar” doz hatibû vekirn, lê belê hat diyarkirin ku ev axaftina wê ya navborî tu talûkeyê nade der û di çarçoveya azadiya ramanê de hat hesibandin û biryara beraetê hat dayîn.    Parêzeran îtîrazî biryara dadgehê kiribûn û diyar kiribûn ku Selmayê  parlamenter e mafê xwe yê destnedayîna qanûnî di çarçoveya xebatên partiya siyasî de parastiye. Disa parêzeran di îtîrazê de diyar kirin ku ji ber parastina Selmayê bi rêya SEGBİS'ê hatiye girtin, parastinek bi edalet pêk nehatiye û xwestibûn ku li salona dadgehe dîsa parastinê bike.    Îtîraza parêzeran hat redkirin   Dadgeha Îstînafê parast ku biryara dadgeha herêmî li gorî hiqûqê ye û îtîraza parêzeran red kir. Dadgehê daxwaza ku Selmayê serbest bê darizandin jî red kir. Disa cezayê 2,5 salan jî bi sedema kêmî 5 salan e teqez kir. 7.5 sal cezayê ku Dadgeha Îstinafê erê kiribû jî ji ber ku rêya îtîrazê vekiriye hêj teqez nebûye. Ji ber ku 2,5 sal cezayê Selmayê teqez bû, ger ku ev ceza li Meclisa Tirkiye bê xwendin dê wekîltiya Selmayê bê betalkirin.