Ji bo Mêrdînê xizmeta OHAL’ê: Qeyûm hat hevşaredarên jin hatin girtin 2018-02-28 09:18:37   MÊRDÎN - Piştî qeyûm tayînê şaredariyên Mêrdînê bûn hevşaredarên jin bi hincetên cuda hatin girtin. Sara Kaya, Zeynep Sîpçîk, Leyla Salman û bi dehan siyasetmedarên din hatin girtin. Tevî ku delîlên şênber tuneye jî bi îfadeyên ‘şahidên veşarî’ hatin girtin û bi muebeta giran tên darizandin.    Çawa qeyûm tayinî şaredariyên DBP’ê bûn karê wan ên ewil desteserkirina qezencên jinan bûn. Pergala hevserokatiyê bû hedefa OHAL’ê. Li Mêrdîna ku hemû şaredarî qeyûm lê hatin tayînkirin, hevşaredarên wê hatin girtin. Zeynep Sîpçîk naynin dadgehê Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk hat girtin û îdianameya wê salek û nîv şûnde hat amadekirin û îdianame li ser îfadeyên şahidê veşarî hat temamkirin. Zeynep di meha îlonê de derket rûniştina xwe ya yekem. Zeynep bi SEGBÎS’ê ji Girtîgeha Jinan a Sîncanê ya Enqereyê tevlî rûniştinê bû û parastin neda. Di rûniştina duyem a 10’ê Mijdarê de hat dîtin de dîsa nehat tahliyekirin. Derbarê Zeynebê de bi giştî 30 dosya hene. Zeyneb di 31’ê Adara 2016’an de li Mîdyatê hat binçavkirin û birin Dadgeha Cezaya Giran a Wanê. Ev du sal in Zeynep girtiye. Tevî şahidên veşarî îfade kişandine jî nayê tahliyekirin. Parêzerê Zeynebê got tevî delîlek şênber tune jî Zeyneb girtiye.    Leyla Salman ji ber mala şînê çêkiriye sûcdare!   Hevşardara Qoserê Leyla Salman di 2’ê Qanûna 2016’an de hat girtin û yekemîn rûniştina wê di Tebaxa 2017’an de hat dîtin. Îdianameya wê piştî mehan şûnde hat amadekirin û sûcên Leylayê jî çêkirina mala şînê, ji bo şaredariyê karker girtin, alîkariya kesên xizan kirin bû. Rûniştina Leylayê di 13’ê Adarê de li 3’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê tê dîtin. Sebahat Çetînkaya ji ber rojên ne li navçeyê tê darizandin Hevşredara Dêrikê Sebahat Çetînkaya jî piştî qedexeya derketina derve ya li Dêrikê hat girtin di meha Kanûnê de rûniştina wê li 4’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê hat dîtin û hat tahliyekirin. Sebahat a du salan girtî ma ji bûyerên di pêvajoay qedexeyê de derketine berpirs hat dîtin û bi muebeta giran dihat darizandin. Sebahat a hat tahliyekirin di 15’ê Adarê de wê dîsa derkeve pêşberî dadger. Her wiha hemû şahidên veşarî îfadên xwe şûnde kişandine û li navçeyê di qedexeyê de Sebahat ne li wir bû. Îdianame hat rizandin lê Sara Kaya nehat tahliyekirin Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya, ya girtî 9 meh şûnde îdianameya wê hatibû amadekirin û axaftinên 9 şahidên veşarî hincet hat nîşan dan û bi cezayê muebetê tê darizandin. Sara Kaya ya ku hemû şahidên veşarî îfadeyên xwe kişandiye û delîlên derbarê wê de hatiye rizandin jî, nayê tahliyekirin û biryarên tahliyeyê tên redkirin. Rûniştina Sarayê di 2’ê Adarê de wê li Dadgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin. Parêzera Sarayê jî diyar kir ku ev darizandineke ne adîlane ye. Sevînç Bozan û Îpek Guneş Hevşaredara Artukluyê Sevînç Bozan di 14’ê Îlonê de li Îzmîrê hat binçavkirin û piştî îfadeyê şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Di 13’ê Kanûna 2016’an de jî qeyûm tayînî şardariyê hatibû kirin. Hevşaredara Omeriyê Îpek Guneş di meha borî de hat girtin û şandin Tîpa E ya Mêrdînê.